Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Nîqaşên Ser Brexitê Didomin


Li Brîtanya, Jo Johnson, ku birayê wezîrê berê yê derve Boris Johnson e, dîyar kir ku divê ser Brexitê referandumeke nû çêbe û ji hikûmetê vekişîya.

Jo Johson, di kabîneyê de cîgirê wezîrê veguhestinê bû.

Johnson di daxuyanîya karvekişînê de Serokwezîra Brîtanya Theresa May rexne kir.

Wî da zanîn ku Brîtanya li ber ‘’kêşeyeke kûr e’’ û dîyar kir ku Xanim May jî di danûstandinên Brexitê de ‘’zêde xeyalperest e’’

Di referanduma 2016’an de Boris Johnson ser erêkirina Brexitê kempeyna dimeşand, lê Jo Johnson dijî Brexitê bû.

70 karsazên Brîtanya yên dijî Brexitê, heftaya borî bi nameyekê ji Sunday Timesê ragihandibûn ku divê referandumeke nû çêbe.


Meha borî li ser heman daxwazê xwepêşandanek li dar ketibû û bi kêmî ve 670,000 kes beşdar bûbûn.

Xanim May dîyar dike ku ger bo Brexitê referandumeke nû çêbe ewê li ‘’bawerkirina bi gel îxanet be’’

Brîtanya dê di 31’ê Adara 2019’an de ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkeve, lê yekîtîyê û Londonê hîn di danûstandinên Brexitê de li hev nekirine.

XS
SM
MD
LG