Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Brîtanya: Dibe ku bo Dengdana Brexitê Derfeteke Nû Çêbe


Wezîrê Darayî yê Brîtanya Philip Hammond dîyar kir ku dibe ku hefteya pêş bo dengdana Brexitê ‘’fersendeke nû’’ çêbe.

Hammando li ser pirseke derbarê siberoja Brexitê got ku dibe ku bo parlamantoya jêrîn ya Brîtanya derfeteke dengdanê çêbe.

Wî da zanîn ku gumana dengdandanê girêdayî pêşdeçûna çend rojên li pêş in.

Serokê Partîya Karkeran Jeremy Corbyn dîyar kir ku wî bi Danûstandinerê Brexitê yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Michel Barnier re ‘’civîneke baş’’ li dar xistiye.

Corbyn da zanîn ku ew amade ye ku bi Serokwezîra Brîtanya Theresa May re bicive.

XS
SM
MD
LG