Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantoya Brîtanya Taloqkirina Brexitê Dixwaze


Parlamantoya Brîtanya bernivîsa ser taloqkirina veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa (YE) pejirand.

Bernivîsa ku ji alîyê hikûmetê ve hatibû hazir kirin, li hember 202 dengan bi 412 dengan hat qebûl kirin.

Li gor bernivîsê, bo peymana Brexitê dê heta 20’ê Adarê careke din dengdan li dar keve.

Ger peyman di parlamantoyê de were pejirandin, hikûmeta Serokwezîra Brîtanya Theresa May dê ji YE’ê bixwaze ku Brexitê heta 30’ê Hezîranê taloq bike.

Lê, ger peyman dîsa were red kirin dê hikûmet ji YE’ê taloqkirine demdirêj bixwaze.

XS
SM
MD
LG