Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya bo Karanîna Perpûna Vîrusa Korona ya Pfizer û Biontechê Destûr Da


Brîtanya, karanîna perpûna vîrusa korona ya ku Pfizer û BioNTechê çêkiriye pejirand ku bi vî awayî, ew welat bû welatê pêşî yê ku bo karanîna perpûnan destûr daye.

Karanîna wan perpûnên vîrusa korona dê di vê mehê destpê bikin.

Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Matt Hancock ji BBC’ê re da zanîn ku ewê Pfizer û BionTech di qonaxa pêşî de vê hefteyê 800 hezar perpûnên vîrusa korona bidin. Hancock dîyar kir ku nexweşxane bo sitandina perpûnan hazir in.

Komîteya Perpûnan ya Brîtanî dê dîyar bike ku perpûn berê bo kê werin karanîn. Li ber e ku di qonaxa pêşî de karbidestên saxlemîyê û kal û pîr perpûnan bikar bînin.

Kompanîya Pfizerê ser destûra Brîtanya bi daxuyanîyekê da zanîn ku ew ‘’kêlîyeke dîrokî’’ ye.

XS
SM
MD
LG