Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya îro Sêşemê ragihand ku Rûsya bi egereke mezin di nav 10 rojên dawî de 4 firokeyên şer li Ukraynayê winda kiriye.
Wezaretê da zanîn ku ji destpêka dagîrkirina Rûsya heta niha, hêzên Ukraynî bi tevahî 55 firokeyên şer yên Rûsî têk birine.
Wezareta Brîtanî di ragihandina xwe ya zanyarî ya rojane de got dibe ku zêdebûna windahîyên Moskowê jiber dema ku hêza asmanî ya Rûsya hewldane ku ji nêz ve alîkarîya hêzên bejayî bikin, qewimîye.
Wezaretê bi berdewamî eşkere kir ku hişmendîya rewşa pîlotên Rûsî bi gelemperî qels e.
"Egereke rasteqîn heye ku hin firoke li ser axa dijmin û li herêmên berevanîya asmanî derketine jiber ku xetên pêşîn bi lez tevgeryane," wezareta Brîtanî got.