Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Brîtanya Careke Din Hilbijartina Pêşwext Red Kir


Parlamana Brîtanya careke din hilbijartina pêşwext red kir.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson xwest ku di 15’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext li dar keve, lê rikeberîyê ew nepejirand.

Bo daxwaza Johnson were pejirandin herî kêm 434 deng hewce bûn lê tenê 293 parlamanteran erê kir.

Rikeberîyê berê dîyar kiribû ku ewê hilbijartina pêşwext nepejirînin. Rikeberî dixwaze ku li şûna hilbijartina pêşwext, bo peymana Brexitê hin gav werin avêtin.

Parlamana Brîtanya îro Sêşemê tê girtin û di 14’ê Cotmehê de jinûve vedibe.

XS
SM
MD
LG