Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Karantîna Giştî Çareserîya Dawî Ye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Brîtanya wek çareserîya dawî li karantîna giştî ya vîrusa korona dinêre.

Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya dabû zanîn ku ew ne li benda karantîneke giştî ne û piştî wê berdevikekî serokwezîrê wî welatî Boris Johnson dîyar kir ku karantîna giştî çareserîya dawî ye.

‘’Bi saya bernameya me ya vaksînê, em di astekê de ji demên sînordarkirin û karantîna hewce bûn pir cihê ye.’’ berdevikê Johnson got.

Boris Johnson roja Duşemê dîyar kir ku ew dê bo berevanîya welêt çi hewce be bikin.

Johnson da zanîn ku ew niha bi gavên wan avêtine pir bawer in.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brîtanya di çar hefteyên dawî de 962,595 kes bi vîrusa korona ketine û 3,256 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG