Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Ragihandina Hejmara Mirî û Pêketîyên Korona Radiwestîne


Wezareta Saxlemî ya Brîtanya ragihand ku wan belavkirina hejmara rojane ya mirî û pêketîyên vîrusa korona bi awayekî demkî rawestandiye.

Li gor daxuyanîya Wezareta Saxlemî ya Brîtanya, hejmara mirîyên vîrusa korona di ser hemî nexweşên wê vîrusê re tê nivîsîn, ferqa di navbera dema testê û roja mirinê nayê hesibandin û jiber vê jî ser hejmara mirîyan îdiayên cuda çêdibin.

Wezîrê Saxlemî yê Matt Hancock bang li karbidestan kiribû ku ser tomarkirina hejmara mirîyên vîrusa korona lêkolînekê bikin.

Brîtanya di hejmara mirinên ji vîrusa korona de, li Ewrupa di rêza yekê de ye û li cîhanê li dû Amerîka û Brezîlya tê.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Brîtanya bi qasî 300,000 kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 45,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG