Civata zanistê ya Brîtanya ragihand ku li welêt du cureyên din yên vîrusa korona hatine dîtin.
Pisporên saxlemîyê yên Brîtanya dîyar dikin ku ji cureyên vîrusa korona yek fikaran çêdike û lêkolînên ser ya din jî hîn didomin.
Ew pispor dibêjin ku ew cureyên nû yên vîrusa korona dişibin cureyên li Brezîlya û Afrîqaya Başûr.
Li gor nûçeya Reutersê, cureya nû ya li Brîstolê hatiye dîtin fikaran çêdike û li ser cureya li Liverpoolê hatiye dîtin lêkolîn dewam dikin.
Karbidestên saxlemîyê yên Brîtanya radigihînin 76 kes bi cureyên nû yên vîrusa korona ketine û ew bawer dikin ku vaksîn li wan kar dikin.