Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Brîtanya Dê Karanîna Maskeyan Mecbûr Bike


Hikûmeta Brîtanya dê ji 24’ê Tîrmehê pê ve karanîna maskeyan mecbûr bike.

Li ber e ku karbidestên hikûmeta Brîtanya roja Sêşemê biryara ser maskeyan ragihînin.

Kesên maskeyan nedin ber rûyên xwe dê heta 100 sterlîn ceza bistînin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson roja Duşemê gotibû ku gotibû ku li marketan karanîna maskeyan ‘’hewce’’ ye.

Partîya Karkeran jî, ku li Brîtanya li rikeberîyê ye, xwestibû ku ew ser maskeyan demûdest biryarekê bidin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brîtanya pirtir ji 290,000 kes bi vîrusa korona ketine 44,915 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG