Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Êrîşên Rûsya yên li Donetsk û Luhanksê Didomin


Ajansa nûçeyan ya Reutesrê îro Duşemê ragihand ku bombebarana Rûsya ya li Donetsk û Luhanskê didome.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Brîtanya ragihand.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya da zanîn ku hêzên Ukrayna jî li Donetsk û Luhanksê hin tank û topên Rûsya pûç kirine.

Îstixbarata Brîtanî bi bîr xist ku hêzên Rûsya li herêma Donetsk teqemenîyên bi fosfor bi kar anîne û dîyar kir ku ger berxwedana hêzên Ukraynî li Mariupolê bidome, dibe ku hêzên Rûs li wir jî fosforê bi kar bînin.

Li gor îstixbarata Brîtanî, bi êrîşên dawî yên Rûsya re rîska bo sîvîlan jî zêdetir dibe.

XS
SM
MD
LG