Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje Şerê Rûsya û Ukrayna li Dora Girava Zmiinyi Didome


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku pevçûnên Rûsya û Ukrayna yên li dora Girava Zmiinyi, ku bi navê Girava Maran jî tê nasîn, dewam dikin.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Brîtanya ragihand.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya da zanîn ku Rûsya hewil dide hêzên xwe yên li dora Girava Zmiinyi xurttir bike û dîyar kir ku ew dikare di ser wir re serwerîya xwe ya li Derya Reş berfireh bike.

Wê wezaretê da zanîn ku di rewişa heyî de berevanîya Rûsya ya bo gemîyên xwe yên li Derya Reş sist e.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kirên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan kiran wek dagirkirin dibînin.

XS
SM
MD
LG