Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Rûsya Giranîya Xwe Daye Ser Kharkivê


Wezareta Berevanî ya Brîtanya îro Înê ragihand ku Rûsya giranî daye ser êrîşên li Kharkivê ku hêzên Ukraynî rawestîne û nehêle ew bersîva êrîşên wê bidin .

Li gor îstixbarata Brîtanya, Rûsya li Kharkivê bi piranî bi topan êrîşan li dar dixe.

Kharkiv 15 kîlometre (9 mîl) dûrî enîya Rûsya ye ku ji destpêka şer vir ve di menzîla hêzên Rûs de ye.

Îstixbarata Brîtanya dide zanîn ku di êrîşên pêr Çarşemê û do Pêncşemê de li Kharkivê 17 kes hatine kuştin û 42 kesên din jî birîndar bûne.

Rûsya dibêje ew li Ukrayna operasyoneke taybet li dar dixe û dibêje ew bi qestî êrîşan nabe ser sîvîlan.

XS
SM
MD
LG