Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Şerê li Rojhilata Ukrayna Dê Heta Du Hefteyan Gurtir Bibe


Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku şerê li Ukrayna dê du-sê hefteyên pêş de gurtir bibe.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Brîtanya ragihand.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya da zanîn ku hêzên Rûsya jinûve bala xwe dane ser rojhilata Ukrayna.

Îstixbarata Brîtanî dîyar kir ku êrîşên Rûsya yên li Donetsk û Luhanskê didomin û da zanîn ku li dorûbera Kherson, Mykolaiv û Kramatorskê şer gurtir dibe.

Rapora îstixbarata Brîtanî dibêje hin hêzên Rûsya yên li Belarûsê bo piştgirîya êrîşên li rojhilata bikin, ji wî welatî vedikişin.

XS
SM
MD
LG