Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dê ji Ukrayna re Alîkarîyên Nû Bişîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Brîtanya dê alîkarîyên nû ji Ukrayna re bişîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Ben Wallace ragihand.

Wallace dîyar kir ku ew dê jimareke maşîneya zirxî ya Stormer ya ji Ukrayna re bişînin.

Wî bi berdewamî da zanîn ku li gor îstixbarata Brîtanî, di pevçûnan de bi qasî 15,000 personelên Rûs hatine kuştin, 2,000 maşîneyên zirxî û 60 firokên cengê û helîkopter hatine ruxandin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Ji wê çaxê vir ve, welatên Rojava dijî Rûsya piştgirîya Ukrayna dikin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG