Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya û YE Danûstandinên Ser Brexitê Didomînin

Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Serokê Komîsyona Ewrupa Jean-Claude Juncker li Brukselê ser Brexitê kom bûn.

Medya Ewrupî dîyar dike ku ji hevdîtinê ti encam derneketiye lê berdevkê Komîsyona Ewrupa da zanîn ku di civînê de pêşdeçûn çêbûne û dê xebatên ser derketina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa (YE) bidomin.

Berdevkê Komîsyona Ewrupa got ku May û Juncker ser siberoja peywendîya Brîtanya û YE’ê ya piştî derketina ji yekîtîyê axifîne.

Karbidestên Brîtanya û YE’ê hewil didin ku berî hilcivîna rêberên Ewrupî, ku dê roja Yekşemê li Brukselê pêk were, kêşeyên di navbera xwe de çareser bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG