Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeke Brîtanî Serdana Qamişlo Dike


Wêne ji Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hatîye.
Wêne ji Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hatîye.

Gerîndeya Peywendîyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ragihand ku şandeke Brîtanî bi serokatiya şandîyê taybet bo Sûriyê Jonathan Hargreaves serdana bajarê Qamişlo kir.

Di dema civîna ligel Hevserokê Gerîndeya Peywendîyên Derve Ebdulkerîm Omer, serokê şanda Brîtanî Hargreaves pesnê rola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) da û got niha ji her demê bêtir girîng e ku kar jibo peydakirina çareseriyeke siyasî ji krîza tevahiya Sûriyê re li gor biryara navnetewî ya hejmar 2254 bê dîtin.

Hargreaves got, "Ez dixwazim ji rola girîng ya HSD'ê di şerê dijî DAIŞ'ê de li Sûrîyê destpê bikim. Vê hêzê li gel Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê ji bo nêzîkî 8 milyon kes li ser rûbera 10 hezar kêlometerên çargoşe li Sûriyê û Iraqê, rûbirûbûyê wê rêxistinê de bû. Em dizanin rola çekdar û terorîstên navxweyî û biyanî ji 50 welatan çi bû, ji ber wê yekê jî em pabend in ku ji bo qurbaniyên DAIŞê ku emê tawanbarên şer dadgeh bikin.”

Hargreaves herwiha tekez kir ku ji ber karê ku hatiye kirin, karînên DAIŞ'ê gelek lawaz bûne, lê hîn li Sûriye û Iraqê û hemû cihekî metirsî ye, ji ber wê yekê jî Hevpeymaniya Navnetewî pabend e ku DAIŞê bi temamî jinav bibe.

Di heman demê de Hargreaves got: “Hevpeymaniya Navnetewî û di nav de Brîtanya, piştevanîya aramîya mirovahî li navçeyên rizgarkirî li Sûriyê dike.”

Ji aliyê xwe ve, Ebdulkerîm Omer tekezî li ser girîngiya destpêkirina proseya siyasî bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser kir û herwisa girîngiya çareserkirina krîza Sûriyê li gor biryarên navnetewî.

Di dawîya hevdîtinê de, sê zarokên Brîtanî ji malbatên DAIŞê bi belgeyeke fermî ji alîyê Rêvebirîya Xweser ve hatin radest kirin bo şanda Brîtanî.

Çavdêr dibêjin ku ev cara yekê ye ku serdana şandeke Brîtanî bo bakur û rojhilatê Sûrîyê di vê astê de eşkere dibe.

Brîtanya yek ji welatên herî bihêz e di nava Hevpeymanîya navnetewî ya dijî DAIŞ'ê, û di sala 2020'an piştevanîya bi qasî 20 milyon dolar da HSD'ê ji bo avakirina zindanên ku çekdarên DAIŞ'ê têde hatine bicihkirin.

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG