Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agir li Avahiyekê New York Derket 12 Birîndar Hene


Arşîv: Agirê roja 28.12.2017 li Bronx, New York
Arşîv: Agirê roja 28.12.2017 li Bronx, New York

Serê sibeya roja Sêşemê li herêma Van Nest ya bajarê New York nêzîkî baxçea heywanan ya Bronx agir li avahiyek 4 qatî derket, ji encama agir pêketinê 12 kes birîndar bûn, jiyana yek ji birîndaran di metirsiyê de ye.

Televizyonên herêmî dan xûyakirin ku, herî kêm 150 karmendên agirvemirandinê li cihê bûyerê amade bûn, weke çavkaniyên tendirustî dibêjin, kesên birîndar rewşa wan başe tenê birîna yekî ji wan girane.

Li gûr raportên destpêkê agir bi qata yekê ku weke embara navmaliyan dihat bikaranîn, agir pêketiye, avahî ji 4 qatan û 12 apartmênta pêk tê.

Berî çend rojan li herêma Bronx ya rûniştvanan li bajarê New York agir bi avahiyê apartmêntan ket bû, di wê bûyerê de 12 kes mir bûn ku ev 25 sale ziyaneke giyanî weha zêde ji agirpêketinên avahiyan li "New York" ê çê ne bûbûn.

Derketina Agir li Herêma Van Nest ya New York
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:50 0:00

XS
SM
MD
LG