Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brukselê Banga Aştî û Mafên Kurdan Hat Kirin

20.Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Yekîtîya Ewrupa, Tirkîye, Rojhilata Navîn û Kurd”, 14-15 Cotmeh,2026, Bruksel.
20.Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Yekîtîya Ewrupa, Tirkîye, Rojhilata Navîn û Kurd”, 14-15 Cotmeh,2026, Bruksel.

Siyasetvanên Ewrupî û yên Kurd, parêzvanên navneteweyî yên mafan û akademîsyenan di 20emîn Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Yekîtîya Ewrupa, Tirkîye, Rojhilata Navîn û Kurd” de, ku li Parlemana Ewrupa ya li Brukselê hat darxistin, banga reformên demokratîk û garantîkirina mafên Kurdan ên qanunî kirin.

Konferans ji alîyê Komîsyona Welatîyên Yekîtiya Ewrupa û Tirkîyê (EUTCC), ku rêxistineke serbixwe û sivîl e, bi hevkarîya sê komên siyasî yên Parlamentoya Ewrupayê ve hatîye saz kirin.

Li gor bernameya Konferansê, 23 axaftvan û pêşkêşkar hebûn, ku di nav de xwedîyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Şîrîn Ebadî, gelek parlementerên Ewrupî û nûnerên siyasî yên ji Tirkîye û Sûrîyê hebûn.

Di konferansê de parlamenterên partîyên siyasî yên Tirkîyê- DEM Patî, Yenî Partî, Partîya Deva- jî hebûn.

Raporterê Parlemana Ewrupa yê Tirkîyê Nacho Sánchez Amor got ku endametîya Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrupa ne gîrêdayê hêza leşkerî an hevkarîya berevanîyê, lê girêdeyê pêşketinên demokratîk e.

Wî hişyarî da ku bêyî demokratîkbûneke berfireh, mafên çandî û siyasî yên Kurdan dikarin bê parastin bimînin.

Seroka EUTCC, Kariane Westrheim jî pêvajoya aştiyê ya Tirkîyê wekî derfeteke girîng nirxand, lê wê hişyarî da ku ev derfet bi tena serê xwe nayê wateya aştiyeke mayînde.

“Derfeta heyî derfeteke girîng e. Lê derfet hîn jî ne aşti ye,” Westrheim got.


Parêzerê Brîtanî û navbeynkarê navneteweyî Mark Muller KC jî destnîşan kir ku ji bo çareserîyeke bi danûstandinan li Tirkîye û Sûrîyê, vîyana siyasî girîng e.

Îlham Ehmed, siyasetvana Kurd ji bakur û rojhilatê Sûrîyê, daxwaza gerentîkirina mafên Kurdan di destûra bingehîn û qanûnên Sûrîyê de kir.

Ehmed got ku Kurd dixwazin di siberoja siyasî ya Sûrîyê de bibin hevparên wekhev û tevlîbûna saziyên dewletê divê nebe sedema windakirina mafên wan ên siyasî.

Damezrînerê PKK'ê yê girtî Abdullah Ocalan jî jibo konferansê peyamek şandbû. Ocalan di peyama xwe ya dîroka 9’ê Cotmehê de şandbû, projeya xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd wekî modelek berfireh pênase kir û di konferansê de peyam hat xwendin.

Ocalan got ku serketina vê projeyê dikare rê li ber aştiyê, aramîyê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke.

Şîrîn Ebadî jî bal kişand ser girîngiya mafên ziman û çandî, bi taybetî mafên civakên etnîkî yên li Îranê.

Konferans di demekê de hate darxistin, ku li Tirkîyê pêvajoya bêçekbûna PKK'ê û gavên qanûnî didomin. Li Sûrîyê jî danûstandinên derbarê siberoja saziyên bi pêşengîya Kurdan de berdewam in.

This item is part of
XS
SM
MD
LG