Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Derbarê Quds'ê Hişyariyê Dide Serok Trump


Bruksel, Rex Tillerson, Federica Mogherini
Bruksel, Rex Tillerson, Federica Mogherini

Roja Sêşemê Frederica Mogherini berpirsa siyaseta derve ya Yekêtîya Ewrupa ji Bruksel ragihand û got, her "helwestek di warê jinavbirina"hewildanên aştiya ku dê cut dewleta Îsraîl û Filistînê çareser bike bihê stendin, divê "bi temamî xwe dûrkirina ji wan helwestan hebe".

Mogherini di wî çaxî de ev axftin kir, dema Rex Tillerson wezîrê derve yê Amerîka bi seredanekê li Bruksel li cem wê bû, ev axiftina Mogherini di wî çaxê de pêkhat, dema serokê Amerîka Donald Trump li bendê ye Quds'ê weke paytexta Îsrailê nas bike.

Mogherini dîsan got "divê çareserîyek bi rêya danûstendinan bi encam bibe û rewşa Quds'ê weke paytexta paşerojê ya herdu dewletan bihê çareserkirin". Dîsan Mogherini tekez liser rolê Yekêtiya Ewrupa dike bû piştevanî hewildanên aştiyê yên ku dinavbera Îsraîl û Filistînê de, hatine rawestandin.

Hatiye plankirin ku, wezîrên derve yên her 28 welatên Yekêtiya Ewqrupa roja Duşma bihê civîna ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Bruksel encam bidin, herwiha civînek heman şêwe ligel serokê desthilata Filistînê Mahmûd Abas destpêka sala bihê pêk bînin.

AFP, di dema amadekirina vê nûçê de ragihand ku Serok Trump derbarê rewşa Quds'ê dê telefona Mahmûd Abas serokê desthilata Filistînê bike.

XS
SM
MD
LG