Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brukselê Karanîna Rûberkên Parastinê Dibe Mecbûrî


Li Brukselê bikaranîna rûberkan îro Çarşemê li hemî cîhên giştî bû mecbûrî, di vê demê de ku hejmara pêketinên COVID-19 bi awayekî berbiçav bilind dibe.

Bruksela peytexta Belçîka mêvandarîya navendên Yekîtîya Ewrupa û NATOyê dike.

Di hav du hefteyên borî de rojane ji her 100,000 rûniştvanên bajêr nêzî 50 kes bi wê nexweşîyê ketine.

Bi biryara nû li bajarê ku 1.2 mîlyon kes li wê derê dijîn, êdî divê herkes li park, kûçe û kolanan, li cîhên din yên giştî û herwiha cîhên taybet ku ji karanîna giûtî re vekirî ne, maskên parastinê bi kar bînin

Li Belçîka, ku nîfûsa wê 11 mîlyon e, heta niha dora 10 hezar kes girêdayî vîrusa korona mirine ku ew jî yek ji rêjeyên herî bilind ya cîhanê ye.

XS
SM
MD
LG