Tirkîyê dibêje ku ewê metranê Amerîkî yê li zindakirî, Andrew Brunson azad bike, ger Amerîka jî Fetullah Gulen, ku Enqere wek plandanêrê darbeya leşkerî ya sala borî dihesibîne, radestî wê bike.
"Ji me re dibêjin 'qeşe bide me'. Li ba we jî meleyek (Gulen) heye. Wî bidin me û emê hewil bidin wî (Brunson) bidin we," Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina televîzyonî de got.
Brunson ku 23 sal li Tirkîyê jîyabû, ligelê hevjîna xwe Norine, bi sedemên binpêkirina qanûnên koçberî hatibûn desteser kirin, lê dû re hevjîna wî hatibû berdan.
Tawanên hember Brunson dû re hatibûn zêde kirin û ew bi piştgirîdana tora Gulen hatibû sucdar kirin, ku Tirkîye wê tore mîna rêxistineke terorîst bi nav dike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Brunson û hevjîna wî li bajarê Îzmîrê, dêreke Krîstîyanan bi rêve dibirin.