Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brunson Îro Înê li Îzmirê Derdikeve Dadgehê


Rûniştina çaran ya qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, îro Înê li Dadgeha Cezaya Giran ya 2’yê ya Îzmîrê pêk tê.

Parêzerê Brunson, Cem Halavurt ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew li bendê ne ku Brunson vê carê were berdan.

Karguzarê Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê Jeffrey M. Hovenier û dîplomatên din û medya navnetweyî dê rûniştina Brunson bişopînin.

Brunson, dê 25’ê Tîrmehê de ji girtîgehê derbazî hepsa malê bûbû û li mala xwe ya Îzmirê bi destbenda elektronîk girtî bû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG