Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Daxwaza Berdana Brunson Careke Din Red Kir


Dadgeheke Tirk îro Înê serlêdana bo berdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson careke din red kir.

Parêzerê Brunson, Îsmaîl Cem Halavurt bo berdana wî û rakirina qedexeya derketina derve, cara duyê serî li Dadgeha Cezaya Giran ya ya 2’yê ya Îzmîrê dabû û ew serlêdan hatibû red kirin.

Bi biryara îro, biryara redkirinê ji alîyê dadgeha jorîn ve jî hat pejirandin.

Dadgeha Cezaya Giran ya 3’yan Îzmirê, biryara ser redkirina berdana Brunson nirxand û biryara dadgeha jêr xwe pejirand.

XS
SM
MD
LG