Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Andrew Brunson Piştî Azadbûnê ji Tirkîyê Derket


Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, piştî azad bû li Îzmirê li firokê siwar bû.

Karbidestên Qesra Sipî, ku tevî Brunson li firokê siwar bûn, dîyar kirin ku Brunson dê sibê Şemîyê li Bingeha Esmanî ya Andrews, ku nêzî Washingtonê ye, peya be.

Dadgeha Tirk, bo Brunson 3 sal 1 meh 15 roj cezaya hepsê da, lê cezaya sitandî ji dema di hepsê de mayî hat hesibandin.

Brunson bi ‘’sîxurîya bo FETO û PKK’’ dihat tawanbar kirin û ji Cotmeha 2016’an vir ve girtî bû.

Brunson, piştî biryara dadgehê çû mal tiştên xwe top kirin û dûre bi hevjîna xwe Norina Brunson re çû Firîngeha Adnan Menderesê û ji Tirkîyê derket.

XS
SM
MD
LG