Serokomarê Îraqê Berhem Salih îro Pêncşemê ragihand ku berpirsê îstixbaratê Mustafa Kazimî bo damezirandina hikûmeteke nû hate erkdar kirin.
Ev di 10 hefteyên borî de namzetê sêyê ye ku tê erkdar kirin ku hikûmeteke nû damezirîne.
Hikûmeta Îraqê sala borî di encama xwepêşandanên girseyî de hilweşîbû.
Li gor ragihandina televîzyona dewletê, Kazimî ji hêla Salih ve hat erkdar kirin, piştî ku Adnan Zurfî dîyar kir ku ew bi sedema wernegirtina piştgirîya pêdivî, ji karê avakirina hikûmetê vekişîye.
Îraq ku ji pêvajoyek bi dehsalaneyê cezayan, şer û gendelîya sîyasî derket, niha rûbirûyê aborîyeke xirab, alozîyên civakî û belavbûneke mezin ya vîrusa korona ye û çareserkirina wan pirsgirêkan li benda hikûmeteke nû ye.
Serokwezîrê berê yê Îraqê Adil Abdul Mehdî jiber xwepêşandanan di Mijdarê de karvekişîna xwe ragihandibû,lê ew hîn jî wek serokwezîrê demkî hikûmetê bi rêve dibe.
Mihemed Alawî, bijareyê yekê yê Salîh yê jibo posta serokwezîrîyê di 1'ê Adarê de, piştî hewildanên bê encam karvekişîna xwe ragihandibû.
Wekî bijareyên berê yên Salîh, Kazimî jî di qada sîyasî de wek serbixwe tê dîtin. Ew divê piştgiriya partîyên mezhebî yên hêzdar wergire e ku li ser parlamana welêt xwedîyê hêzeke mezin in.
Kazimî ku rojnamevanekî berê ye li Îran û Brîtanya di sirgunîyê de jîyabû û dijî li dijî dîktator Saddam Huseyîn dinivîsand.
Ew, piştî dagirkirina Amerîka ya di sala 2003'an de vegerîyabû Îraqê û ji sala 2016'an vir ve berpirsîya sazîya îstixbarata Îraqê dike.