Partîya Tirkîyê ya Mezin (BTP) lîsta xwe ya berbijarên parlamanterîyê paşde vekişand.
Serokê BTP Huseyîn Durmaz ragihand ku ew jibo piştgirî bidin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji hilbijartinan vekişîne.
Durmaz dîyar kir ku ewê di hilbijartinan de piştgirî Bidin Erdogan û Hevpeymanîya Gel ya bi rêberîya wî.
Partîyên sîyasî di 9’ê Nîsanê de lîstên berbijaran dan Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) û li ber e ewê jî lîsta dawî ya piştrastkirî di 19’ê Nîsanê de ragihîne.
Jêder: BTP, YSK