Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan Dibêje Ewê Berbijarê Xwe di Demeke Nêzîk de Eşkere Bikin


Tifaqa Ked û Azadî ya bi pêşengîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) lez da karên ser dîyarkirina berbijarê serokomarîyê.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan got ku ew dikarin di hefteya pêşî ya Sibatê de navê berbijarê xwe ragihînin.

HDP her çiqas dibêje ku ew bo berbijarê hevbeş dikare bi partîyên muxalefetê re danûstandinê bike jî di rojên borî de dîyar kir ku ewê bi berbijarê xwe here hilbijartinan.

Çaverê ye partîyên muxalefetê yên li dora Tifaqa Milet kom bûne di 13’ê Sibatê de bo dîyarkirina berbijarê xwe kom bibin.

Buldan got ku ew nafikirin ku bo dîyarkirina berbijarê xwe li benda 13’ê Sibatê bimînin.

Li ser pirsa ku gelo berbijar wê jin be, Buldan got ku ew yek hîn ne zelal e.

Hin jêderên ji dora HDP’ê dibêjin ku navê Bajarvana berê ya Amedê Gultan Kişanak, ku li girtîgehê ye, bo berbijarîyê di rêza pêşîn de ye.

Dadgehê bo Kişanak hîn biryara dawî nedaye û ev yek rê li ber berbijarîya wê vedike.

Jêder: Rojnameya Artigerçek

XS
SM
MD
LG