Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Jibo Me Ne Gotinên Ozdag, lê Sozên Kiliçdaroglu Girîng In


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Înê li Amedê preskonferansek li dar xist.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan dîyar kir ku ewê jibo siberojê dijî desthilata berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan piştgirîyê bidin berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

Buldan ser lihevkirina Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag û Kiliçdaroglu jî got ku ew ne li gotinên Ozdag, lê li soz û gotinên Kiliçdaroglu dinêrin.

‘’Bê hevî nemînin û reşbîn nebin. Gelên Tirkîyê ji Erdogan xurttir in, dikarin wî gêr bikin’’

Wê dîyar kir ku hilbijartina 28’ê Gulanê wek referandumê ye û bang li hilbijêran kir ku bê kêmahî herin ser sindoqan.

Sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk jî dîyar kir ku ewê jibo demokrasîyê li hêla Kiliçaroglu bin.

Turk got ku têkoşîna wan ne jibo şexsan e lê jibo azadî û demokrasîyê ye.

Wî dîyar kir ku ger Kiliçdaroglu were hilbijartin ewê gelek daxwaz werin rojevê û ewê têkoşîn bidome.

Jêder: Twitter, VOA

XS
SM
MD
LG