Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna partîya xwe de ser Peymana Stenbolê axifî.
Buldan dîyar kir li Tirkîyê bi tenê zilamekî biryar daye ku dewletê ji Peymana Stenbolê vekişîne û dadgehê jî li gor wê biryarê qirar daye.
‘’Ew hiqûq ne hiqûqa jinan e, ya sîstema mêran e. Jiber vê jî ew biryar li ba jinan biryareke pûç e’’ Buldan got.
Wê dîyar kir ku bo Peymana Stenbolê careke din di merîyetê keve çi ji dest wan were ewê bikin.
Hevseroka HDPê got ku çawa ew li Stenbolê bi ser ketine ewê Peymana Stenbolê jî careke din qezenc bikin.
Di hilbijartinên herêmî yên 2019an de, li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû.
HDPê wê salê dîyar kiribû ku ewê bixebitin ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li Stenbolê bi ser nekeve.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî ji Girtîgeha Edîrneyê piştgirîyeke eşkere bo Îmamoglu ragihandibû.
Jêder: HDP