Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan Bang li Hilbijêran Kir ku Dengên Xwe Bidin Kiliçdaroglu


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Mêrdînê bang li hilbijêran kir ku jibo gera duyê herin ser sindoqan û dengên xwe bidin berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

Buldan dîyar kir ku HDP û Partîya Çep ya Kesk ne Hevpeymanîya Netew û Partîya Gel ya Komarî (CHP), lê piştgirîya demokrasîyê dike.

‘’Me faşîzm sekinand, lê niha dem hatiye ku em wê têk bibin.’’

Wê got ku berpirsîya wan e ku ew berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan ji desthilatê gêr bikin.

Hevseroka HDP’ê dîyar kir ku têkbirina Erdogan jibo siberoja ciwanan û Kurdan girîng e.

Buldan got ku jibo wan nav ne girîng in û ew piştgirîya aştî û demokrasîyê dikin.

HDP û Partîya Çep ya Kesk di gera yekê de jî piştgirîya Kiliçdaroglu kiribûn.

Partîya Zaferê, ku bi gotinên xwe yên dijî partîyên bi piştgirîya Kurdan jî tê nas kirin, îro Çarşemê ragihand ku ewê piştgirî bide Kiliçdaroglu.

Li ser wê piştgirîyê, HDP û Partîya Çep ya Kesk ragihand ku ewê jinûve kom bibin û biryara xwe bi daxuyanîyeke nivîskî ragihînin.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG