Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan jiber Bersîvdana Lawaz ya Erdhejê Karvekişîna Erdogan Dixwaze


Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bang li Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku dest ji kar berde.

Buldan, jiber bersîvdana hikûmetê ya hemberî erdhejên mezin û hewilên astengkirina gîhandin alîkarîyên ji komên dilxwaz, ji Erdogan xwest ku karvekişîna xwe bide.

"Kesên ku divêbû dest ji kar berdin, îro tilîyên xwe jibo kesên alîkarîyê dikin radikin. Kesên ku divêbû îstifa bikirana, mudaxeleya wan kesan dikin ku hewil didin alîkarîyê bigîhînin. Ger hinek vîjdana vê destilatê hebûya, divêbû Erdogan jî di nav de, hemî karbidest du roj piştî erdhejê dest ji kar berdana.”

Buldan bi berdewamî got ku bi hezaran term di bin xirbeyan de ne, lê tomarên fermî ya hejmara mirinan rastîyê nîşan nadin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG