Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan Dengê Xwe Li Wanê Da


Pervin buldan
Pervin buldan

Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berbijara Partîya Çep ya Kesk ya Wanê Pervîn Buldan dengê xwe li Wanê bikar anî.

Buldanê serê sibê çû dibistana Cumhurîyetê ya li Taxa Sehît Fehîmê û dengê xwe bi kar anî û got ku îro ew dê encamên keda xebatên xwe wergirin.

Buldanê got, “Ev demeke dirêj em kar dikin û êdî îro dema wê hatiye ku em encamên ked û karên xwe wergirin. Îro li her derê Tirkîyê, gel diçe ser sindoqan û dengê xwe didin. Hêvîdarim ew hemû dengên tên dayîn, bibe sedema hatina aramî, xweşguzeranî, aştî, dadwerîyê û demokrasî ye. Ev welat demeke dirêje ku bûye welatek, bêedaletyeke mezin.”

Buldanê anî ziman ku îro ew bi van hilbijartinan benda guhartinê û hêvî hemî gelê Tirkîyê, 83 mîlyon rûniştvanan ji vê hilbijartinê bi hêvî ne.

Buldan piştî dengdanê bo Enqerê rêket. Ew dê li navenda partîya xwe pêvajoya dengdanê û encamên hilbijartinê bişopîne.

XS
SM
MD
LG