Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Li Qadan bi Mîlyonan Demîrtaş Hene


Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Edenê dîyar kir ku ewê di 24’ê Hezîranê de dersekê bidin Serokmarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP)

Buldan da zanîn ku Erdogan îstixbarata hemî mîtîngên wan distîne û ji wêrekîya wan ditirse

‘’Bi taybetî Recep Beg xewnereşkan dibîne. Di xewnên xwe de Demîrtaş dibîne, êdî li qadan di devê wî de tenê Demîrtaş heye. Her roj derewek û reşkirinek’’ Buldanê got.

Buldanê dîyar kir ku AKP ‘’zen dike’’ ku Demîrtaş dîl girtine, lê ‘’ew nizanin ku li qadan bi mîlyonan Demîrtaş hene’’

Hevseroka HDP’ê da zanîn ku hevalên wan di girtîgehan de jî têkoşîna xwe dimeşînin û ewê di 24’ê Hezîranê de, di sindoqa de hesabê wan bipirsin û dersekê bidin AKP’ê.

XS
SM
MD
LG