Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Hikûmet bi Doza Girtina HDP'ê Dixwaze Mafyayê Biparêze


Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan
Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Tirkîyê îro Sêşemê got ku jinûve vekirina doza girtinê 'operasyoneke siyasî' ye.

Serdozgerîya Komarî ya Dadgeha Bilind ya Tirkîyê (Yargitay) roja Duşemê cara duyê jibo girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) doz vekiribû.

Dozger, bo girtina HDP'ê di 17’ê Adarê de îdianame şandibû Dadgeha Qanûna Bingehîn, lê dadgehê di 31’ê Adarê de ew îdianame bi sedema kemahîyên belge û delîlan vegerandibû.

Pervin Buldan, hevseroka HDP'ê îro di civîna bi parlamanterên partîya xwe ya di parlementoya Tirkîyê de ser mijarê axifî û bertek nîşan da. .

Buldan ragihand ku sîstema dadwerîyê li şûna vekirina doza girtina dijî partîya wê, divê bo tawanbarîyên dizî, perexwarin û bertîl yên hember karbidestên payebilind yên hikûmetê de lêpirsînê bike.

"Em dikarin rewşa ku sîstema dadwerîyê ketiye nav, bibînin. Dadwerî ku nikare dijî rêxistinên tawanbar derkeve, bi vekirina doza girtina HDP'ê careke din jibo deshilatdarîya mafyayê bû mertal," Buldan got.

Li Tirkîyê dîrokeke dirêj ya girtina partîyên sîyasî yên ku wekî xeterîyeke tê dîtin heye û heta niha jimareke partîyên ku alîgirên Kurdan in, hatine qedexe kirin.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk ragihand ku di îdanameya herî dawî de tê xwestin ku 500 sîyasetvanên HDP’ê ji qada sîyasetê qedexe bike û dewlet dest deyne ser pereyên HDP’ê yên di bankeyan de.

Dozger, di daxuyanîyeke nivîskî de got ku HDP'ê tawanên dijî serxwebûna dewletê û yekîtîya welat û gelê wê kiriye.

Rexnegir dibêjin sîstema dadwerîya Tirkîyê di bin bandora sîyasetê de ye, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) wê îdayê red dikin.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî, ku gelek caran banga girtina HDP'ê kiriye, îro got ku bijara Dadgeha Destûra Bingehîn tuneye ku îdianame jibo cara duyê paşde vegerîne.


XS
SM
MD
LG