Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Li Stenbolê bi Destê YSK û AKP'ê Îradeya Gel Hate Dizîn


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna partîya xwe de dîyar kir ku li Stenbolê ‘’darbeya sindoqan’’ pêk hatiye.

Buldan da zanîn ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK), ‘’mîna komîsyona karên hilbijartinê yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dixebite.’’

‘’Qerfên xwe bi mejîyê gel dikin. Li Stenbolê ne deng, bi destê AKP û YSK’ê îradeya gel hate dizîn’’ Buldan got.

Wê bi berdewamî da zanîn ku AKP’ê bi heman şeklî dest danîye ser şaredarîyên HDP’ê jî.

Hêjayî bîrxistinê ye, pisporên sîyasetê dîyar kiribûn ku hilbijêrên HDP’ê di serketina berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu de roleke girîng lîstiye.


XS
SM
MD
LG