Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bulgarya Pêşnîyar Dike ku YE Sînorên Xwe ji Penaxwazan re Bigire


Serokwezîrê Bulgarya (Bulgaristan) Boyko Borissov dibêje ku ewê pêşnîyar bikin ku sînorên Yekîtîya Ewrupa demûdest werin girtin û bona penaberan, li dervayê Yekîtîya Ewrupa hîn navend werin vekirin.

Borissov got ku pêşî, divê hatina girseyî ya penaxwazan were sekinandin û dû re jî, bona bi hezaran penaberên ku Ewrupû ne, planek were hazir kirin: kesên ku ji şer revîne, werin parastin û yên din jî werin vegerandin.”

Borissov got ku divê navendên bo penaberan li Lîbya û Tirkîyê, berî ku penaxwaz bigehijin Ewrupa, werin vekirin.

Bulgaria, ku niha seroktîya Yekîtîya Ewrupa dike, hêvî dike ku bi wê pêşnîyarê çareserîyeke ji alozîya penaberan re bibîne ku aniha bûye sedema alozîyeke mezin ya navbera endamên Yekîtîya Ewrupa.

XS
SM
MD
LG