Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya: Piştî Biserdagirtina Capitol Hill Almanya Daxwaza Ewlekariya "Bundestag" ê Dike


Efserên polîs li derveyî avahiyê Reichstag
Efserên polîs li derveyî avahiyê Reichstag

Berlin, Piştî ku hefteya borî hejmarek alîgirên serok Trump biser avahiyê Kongresê (Capitol Hill) de girtbûn, Almanya tedbîrên ewlekarî bo parastina avahiyê Parlemena xwe (Bundestag)ê dixwaz e.

Li gor rojnama Bild am Sonntag ku ji zarê Serokê Parlemena Almanya Wolfgang Schäuble weşandiye ku wî namek arasteyî endamên parlemenê (Bundestag)ê kirîye û gotîye "Polîsê Berlîn hatiye agihdar kirin jibo tedbîr standinên ewlekariya avahiyê parlemenê".

Ev yek ji aliyê peyvdara Bundestag ve hatiye piştrast kirin ku Schäuble namek arasteyî qanûndaneran kirîye derabrê rewşa niha heyî, lê peyvdarê nexwest navroka namê eşkera bike.

Bild am Sonntag diîsan dide zanîn ku Schäuble daxwaz ji wezareta derve kirîye da ku raportekê li ser êrîşên tundiyê yên li Washington pêkhatine pêşkeş bike "Bo hikûmeta Federal û eyaleta Berlin zelal bike kanê bi kurtî bo parastina Bundestag'ê çi tedbîr pêwîst in".

Alîgirên ture yên serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê li Washington biser avahiyê Kongresê (Capitol Hill) de girtbûn û 5 kesan jiyana xwe jidest dabûn, di nav de efserekî polîsan hebû.

Polîsê Alman xwepêşanderên meha Tebaxê binçav dike
Polîsê Alman xwepêşanderên meha Tebaxê binçav dike

Li Berlîn meha Tebaxê xwepêşanderên nerazî yên Alman jiber tedbîrstandinên vîrusa korona xwe gihand bû derceyên avahiyê parlemenê (Bundstag) ê.

XS
SM
MD
LG