Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Burkîna Faso Di Encama Êrîşa Çekdarî De 132 Sivîl Tên Kuştin


Arşîv
Arşîv

Hikûmeta Burkîna Faso dîyar kir ku, şeva Şemîyê milîtanên çekdar yên nenaskirî êrîşî gundekî li bakurê welat kirine û di encam de herî kêm 132 kesên sivîl hatine kuştin.

Hikûmetê di derbarê bûyerê de daxuyanîyek ragihand û da diyar kirin ku êrîşkaran, rûniştvanên gundê Solhan bi gulebarankirinê kuştine û di heman demê de xanî û bazarê wan jî şewitandin e. Gundê Solhan li eyaleta Yagha ku li ser sînorê Nîjeriya ye.

Tevî hebûna bi hezaran hêzên aştîparêz yên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji serê salê û vir ve, êrîşên cîhadîstên girêdayî el- Qaîde û DAIŞ'ê yên li herêma Sahel ya Rojavayê Afrîka bi rengekî berbiçav zêde bûne, bi taybet jî sivîlênli Burkîna Faso, Malî û Nîjer bar û êşên giran dikşînin.

Li Burkîna Faso, tenê di nav du salan de zêdetirî 1.14 mîlyon kesan jiber tundiya li welat mecbûr mane ku warên xwe terk bikin û koçber bibin.

Hevdem, li welatê xizan jixwe nêzî 20.000 penaberên ji welatê cîran Malî hebûn.

Berpirsa Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) Corinne Dufka ragihand ku bi êrîşa herî dawî, ji Rêbandanê vir ve, jimara ku ji hêla Îslamîstên çekdar ve li herêma Sahel hatine kuştin digihîje 500 kesan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di meha Adarê de jî êrîşkaran 137 kes di êrîşên li gundên başûrê rojavayê Nîjerê kuştbûn.

Di daxuyanîya ku ji hêla hikûmetê ve hat dayîn de, êrişkarên çekdar wekî 'terorîst' hatin binavkirin, lê heya niha ti kesî berpirsyarîya êrîşê negirtîye ser xwe. Hikûmeta Burkîna Faso bo 72 demjimêran şîna neteweyî ragihand.

XS
SM
MD
LG