Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemwelatîyê Kanadî ku li Burkîna Faso Hatibû Revandin, Mirî Hate Dîtin


Berdevikê Wezareta Ewlekarî ya Derve yê Burkîna Faso Jean Paul Badoum îro Pêncşemê ji Reutersê re got ku hemwelatîyê Kanadî, ku berî çend rojan li hatibû revandin, mirî hate dîtin.

“Termê ku şeva borî li herêma Oudalan hate dîtin, yê hemwelatîyê Kanada bû,” Badoum got.

Medya Kanadî ragihandibû ku navê kesê revandî Kirk Woodman e ku li wî welatî kar dikir.

Woodman ku di qadeke madenkarî ya Kanadî dixebitî, şeva Sêşemê ji alîye jimareke çekdaran ve, li bakurê rojilata Burkîna Faso ya hevsînorê Nîjer hatibû revandin, ku çekdarên cîhadî li wê derê xur tin.

Wezîra Derve ya Kanadî Chrystia Freeland roja Çarşemê gotibû ku hikûmet derheqa hindabpna hemwelatîyekî Kanadî serwext e û bi karbidestên xwecîhî re dixebite ku wî peyda bike.

XS
SM
MD
LG