Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Leşkerên Fransî di Operasyoneke Rizgarkirinê de li Burkîna Faso Hatin Kuştin


Ofîsa seroktîya Fransa îro Înê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku 2 leşkerên Fransî, di operasyona rizgarkirina 4 bîyanîyan de, li Burkîna Faso hatine kuştin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku di operasyonê de 2 hemwelatîyên Fransî, jineke Amerîkî û jineke Koreya Başûrî, ji destê terorîstan bi saxî hatine rizgar kirin

Daxuyanî da zanîn ku hemwelatîyên Fransî dema ew li welatê Benîn ya cîran di safari de bûn, hatine revandin.

Artêşa Fransî jî ragihand ku bi operasyona pêgir û bi biryar ya leşkerên Fransî, kesên revandî hatin rizgar kirin û terrorist hatine jêbirin.

Hikûmeta Fransî jiber îhtîmala revandina bîyanîyan, hişyarî dabû hemwelatîyên xwe ku ji herêmên Benîn yên nêzî Burkîna Faso dûr bisekinin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku bakur û rojhilata Burkina Faso ketiye bin kontrola mîlîtanên Îslamî û pirtir ji 100,000 rûniştvanên wan herêman neçar mabûn ku cîh û warên xwe biterkînin.

XS
SM
MD
LG