Piştevanên rêbera demokrasîxwaza Burmayê dibêjin ku Aung San Sû Çî şîya dengên pêdivî bidest bixe da ku bibe endama parlemana Burmayê.
Komkara Niştîmanî bo Demokrasîyê (NLD) ragihand ku rêbera wê piranîya dengên herêma Kawhmu li başûrê Rangoon bidest xist.
Aung San Sû Çî piranîya 20 salên bihûrî li mala xwe hatibû binçavkirin.
Burma jibo demê 50 salan li bin desthilata leşkerî bû, lê belê li sala bihûrî hikûmeteka sivîl li wî welatî desthilat girte destê xwe.