Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Serdana Burma Dike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê çû welatê Burma (Myanmar) jibo danûstandinên peywendî û pêşkêşkirina alîkarîyê li nav endamên kêmanîya Rohingya ya Misilman.

Ahmet Davutoglu roja Çarşemê ji rojnamevanan re got, ewê berî serdana kampên ku Rohingya û Budist tê de dijîn, danûstandinan ligel karbidestên bilind bike.

Gelek ji Budistên Burma'yê ku piranî ne, kêmanîya Rohingya wekî koçberên neqanûnî ji Bangladeşê dibînin.

Di tundûtûjîya meha Hezîranê ya navbera Rohingya û Budistên Rakhine de li rojavaya Burma'yê, bi kêmî ve 78 kes hatin kuştin û bi deh hezaran kesên din jî bêmal man.
Neteweyên Yekbûyî kêmanîya Rohingya wekî yek ji gelên herî tepeserkirî li cîhanê dibîne.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Davutoglu got, ewê pêşkêşkirina alîkarîya Tirkîyê jibo Rohingya giftûgo bike.

Xanima serokwezîrê Tirkîyê û keça wî jî ligel Davutoglu di vê serdanê de ne ku hin alîkarîya “sembolîk” bi xwe re birine.
XS
SM
MD
LG