Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama û Serokê Burma li Washingtonê Dicivin


Serok Obama û Serokê Burma Thein Sein li Burma
Serok Obama û Serokê Burma Thein Sein roja Duşemê li Qesra Spî kom dibin ku li ser pêşveçûna reforman û gavên pêş peywendîyê navbera Amerîka û Burma gotûbêj bikin.

Her du rêber herwiha derheqa rakirina astngên pêş demokrasya berfireh jî bipeyîvin.

Serok Barack Obama serokê yekê bû ku di dema seroktîyê de çûbû Burma û bi serokê welêt Thein Sein re civîbû ku pêşengîya pêvajoya reformê dikir.

Serok Obama herwiha bi rêbera opozîsyonê Aung San Suu Kyi re jî kon bibû ki berî çend mehan serdana Qesra Spî kiribû.

Bi vê serdana xwe, Thein Sein dibe serokê yekê ye Burma ku di nav 50 salên borî de tê Amerîka.

Qesra Spî dibêje, serdana Thein Sein pêgirîya Serok Obama nîşan dide ku alîkarî û piştgirîya hikûmetên reformxwaz û demokrasîxwaz dike.

Qesra Spî her wiha dêyar dike ku bi vê serdanê desteka xwe jibo bizavên gelê Burma jî eşkere dike.
XS
SM
MD
LG