Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

William Burns jibo Berdana Dîlên li Gaza Wê bi Karbidestên Misir û Qatarî re Bicive


Reutersê ragihand ku berpirsê CIA William Burns plan dike ku ser dîlên li Gaza bi karbidestên Misir û Qatarî re bicive.

Washington Post, ku ser plana Burns nûçe çêkiriye, radigihîne ku Îsraîlê gotiye jibo berdana dîlan ewê êrîşên xwe jibo du mehan rawestîne.

Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Kirby di firoka Air Force One de ji rojnamevanan re go ku Burns ser lihevkirina jibo berdana dîlan alîkarî kiriye û ew jibo planeke din jî hewildanên xwe didomîne.

CIA, ku jiber rêbaza xwe hûrgilîyên gera Burns eşkere nake, ser nûçeyan ti şirove nekir.

Plana Burns ya ser danûstandinên bi karbidestên Misir û Qatarî re li meha çaran ya operasyona Îsraîlê ya li Gaza rast tê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG