Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Federasyona Futbolê ya Tirkîyê 9 Maç Cezayê Bê Alîgir Dide Bursasporê


Desteya Disîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) ya Federasyona Futbolê ya Tirkîyê (TFF) cezayê lîstina 9 maçên bê alîgiran li time Bursasporê birî.

TFF bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku PFDK jiber bûyerên di maça Amedsporê de 9 maç bê temaşevan li tîma Bursasporê birî.

PFDK, bi sedema tundî û slogan û dirûşmên xirab yên alîgirên Bursaporê 8 maç cezayê bê temaşevan li wê tîmê birî.

PFDK, jiber ku kiryarên wiha di nava sezonekê de cara pêncan dubare bûye, maçeke din ceza da Bursasporê û herwiha 326 hezar lîraya Tirkî jî li wê tîmê birî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di maça Lîga Duyê ya Futbolê de, alîgirên Bursasporê êrîş biribûn ser lîstikvanên Amedsporê û slogan û dirûşmên tundî û kîndarî qêrîyabûn.

Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî roja Sêşemê piştgirî dabû alîgirên Bursasporê û gotibû ku cîhekî bi navê Amed tuneye û divê ti kes qala Amedsporê neke.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî bi tundî bersîva Bahçelî dabû û gotibû ku ew piştgirî dide êrîşên nîjadperest û çeteyên tarî.

Buldan gotibû ku cîhekî bi navê Amed heye û wê tim hebe û Amedspor jî wê hebûna xwe bi serfirazî bidomîne.

XS
SM
MD
LG