Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Navxweyî yê Burundi Red Dike ku Darbe Çêbûye


Karbidestekî bilind yê Burundiyî red dike ku generalekî bi darbeyeke leşkerî desthilata wî welatî dest xistiye.

Wezîrê Navxweyî Edourd Nduwimana ji Pişka Afrîqaya Navendî ya Dengê Amerîka re dibêje ku hêzên ser bi Serok Pierre Nkurunziza qesra seroktî, navenda radyo û televîzyon û firîngeha serekî ya li paytaxt Bujumbura kontrol dikin.

Nduwimana herwiha dibêje, Serok Nkurunziza ji Tanzanya vegerî Burundi, lê wî cîhê wî zelal nekir.

General Godefroid Niyombare îro Çarşemê ji radyoyên welêt re gotibû ku wî serok Nduwimana ji karê wî dûr xistibû.

Burundi ji 26'ê Nîsanê vir ve dibe qada xwepêşandanan, piştî Serok Nkurunziza ragihand ku ewê bo gêra sisêyan xwe bike berbijar.

Di pevçûnên navbera polîsan û xwepêşanderan de herî kêm 14 kes hatibûn kuştin, pirtir jî 200 kesên din jî birîndar bibûn.

XS
SM
MD
LG