Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buteflîqa Xwepêşandaneran Ser Alozîyê Hişyar Dike


Serokomarê Cezayîrê Abdulazîz Buteflîka xwepêşandanerên dijî wî ser ‘’alozî’’yê hişyar kir.

Buteflîka, ku 82 salî ye û 20 sal in li desthilata Cezayîrê ye, ji xwepêşandaneran re da zanîn ku dibe ku ‘’hin hêzên ji hindur û ji derve’’ tevlî wan bûne.

Wî di ser ajansa fermî APS re bang li xwepêşandaneran kir ku baldar bin, lê ser berbijarîya xwe ti şirove nekir.

Li ber e ku îro Înê li seranserê Cezayîrê protestoyên berfireh li dar kevin. Xwepêşandarên ku piranîya wan ciwan in dixwazin ku Buteflika xwe ji berbijarîya serokomarîyê vekişîne.

Jiber kêşeyên saxlemîyê, Buteflika heft sal in derneketiye pêş bîragiştî.

XS
SM
MD
LG