Serokomarê Cezayîrê Abdulazîz Buteflîka piştî protestoyên du hefteyan dîyar kir ku ewê bo cara pêncan nebe bebijarê serokomarîyê û da zanîn ku hilbijartin hatiye taloq kirin.
Li ber bû ku hilbijartinên serokomarîyê di 18’ê Nîsanê de li dar keta. Bo hilbijartina hatiye taloq kirin ti dema nû nehat eşkere kirin.
Ofîsa Serokomarîya Cezayîrê ragihand ku ewê wezîrên di kabîneyê de werin guherandin û bo qanûna bingehîn ya nû jî referandum çêbe.
Li dû vê daxuyanîyê Serokwezîrê Cezayîrê Ahmed Ouyahia karvekişîna xwe ragihand û li şûna wî Noureddine Bedoî hat erkdar kirin.