Rojnamevan Maria Ressa û Dmitry Muratov, yên ku ji bo eşkerekirina gendelî û nelirêtiyê xezeba serokên Fîlîpîn û Rûsiyayê dan ber sîngê xwe û Xelata Aştiyê ya Nobelê roja Înê wergirtin jiber pejirandina azadiya axaftinê di bin êrişan da li seranserê cîhanê.
Her du "ji bo têkoşîna wêrek ya jibo azadiya ramanê" li welatên xwe hatin xelat kirin, Seroka Komîteya Nobelê ya Norwêcî Berit Reiss-Andersen di preskonfêranseke rojnamevanî de got.
"Di heman demê de, ew nûnerên hemû rojnamevanan in ku ji bo vê îdealê li cîhanek ku tê de demokrasî û azadiya çapameniyê bi şert û mercên neyînî re rû bi rû ne radiwestin," wê serda got. "Rojnamegeriya azad, serbixwe û li ser bingeha rastiyan ji bo parastina li dijî destdirêjiya hêzê, derew û propagandaya şer xizmet dike.